NûçeRojhilatanavinSûriye
Di encama êrişa bi hawan û mûşekan a terorîstan ser taxên xelktêde yên Helebê li bakûrê Sûriyê de, komeka din a sivîlên sûrî hatin kuştin û birîndar bûn

Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyên sûrî roja pêncşemiyê ragihandin, terorîst, taxên El Forqan û Helb a Nû yên li Heleb a Sûriyê dan ber êrişan ku di encama wan de dû welatiyên yemenî hatin kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûn.
Di encama vê êrişê de gellek xisar li mal, trombîl û binavahiyên giştî û sivîl ên bajarê Helebê ketine. Komên terorîst li taxên rojhilatê Helebê, ketine dorpêça artêşa Sûriyê û di rojê de bi dehan mûşek û hawanan, êriş dibine ser taxên rojavayî û ewleh ên vî bajarî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)