Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Di encama êrîşên hevpeymaniya amerîkî da 244 zarokên sûrî hatine kuştin

Navenda nasyar bi Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku nêzikî 250 zarok ji ber êrîşên esmanî yên Amerîkayê hatin ekuştin.

Navenda nasyar bi Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku nêzikî 250 zarok ji ber êrîşên esmanî yên Amerîkayê hatin ekuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fars News`ê, Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê roja çarşemiyê bi weşandina raporekê ragihand ku li encama êrîşên hevpeymaniya navneteweyiya bi serokatiya Amerîkayê li ser Sûriyê zêdetir ji 600 welatiyên sivîl ên vî welatî hatine kuştin.

Li vê raporê hatiye ku hevpeymaniya navneteweyî bi serokatiya Amerîkayê li 23`ê Îlona 2014`an bi mehneya şerê dijî DAIŞ`ê êrîşên xwe li ser Sûriyê dest pê kirin û heta dawiya sala 2015`an di encama êrîşên vê hevpeymaniyê da gellek ji welatiyên sûrî yên sivîl hatine kuştin.

Li gorî vê raporê hejmara welatiyên sivîl ên ku di encama êrîşên hevpeymaniya bi serkirdayetiya Amerîkayê hatine kuştin 649 kles in ku ji wan 244 kes zarok û 132 kes jî jin in.

Navenda Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê li rapora xwe ragihandiye ku firokeyên şêrr ên hevpeymaniya bi rêbertiya Amerîkayê êrîşî ser navendên bingehîn kirine û li 28 êrîşê hewayî yên hevpeymaniyê hejmareke zêde ya welatiyên sivîl hatin ekuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu