IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞ ji bo siberojê 3 welatan ji xwe re dike armanc

Ebû Bekîr Bexdadî serokê rêxistina terorîst a DAIŞê di nameyeke xwe ya ji bo endamên DAIŞê de ferman dide ku di siberojê de Misir, Tûnis û Cezayirê bikin armanc.

Li gorî agahiyên rojnameya Şerq’ul Ewsetê di serdegirtina çend baregehên DAIŞê yên li Libyayê de çend nameyên Ebû Bekir Bexdadî hatine desteserkirin. Hat ragihandin ku Bexdadî di nameyekê de dide zanîn ku ew li Sûriye û Iraqê rastî têkşikandin û ziyaneke mezin hatine û ji endamên rêxistinê dixwaze ku ji bo vê yekê telafi bikin, biçin başûrê Libyayê û li wir kom bibin.

Bexdadiyê ku di nameyê de ji bo siberojê meydana rêxistinê wekî Libyayê diyar dike, dibêje em ê ji vir Misir, Tûnis û Cezayirê bikin armanc. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu