CîhanNûçeRojhilatanavinYemen

Li Yemenê 18 milyon kes birçî ne

Ji sala 2015’an û vir ve anku ji dema desdirêjî û êrişa Hevpeymaniya Erebî (Siûdî) ser Yemenê li pêş çavên tevahiya cîhanê li Yemenê şerekî giran diqewime. Vî şerî rê li ber krîza herî giran a însanî ya li cîhanê vekir. Bi milyonan mirov li hemberî birçîbûnê li ber xwe didin.

Şerê li Yemenê Adara sala 2015’an dest pê kir û piştî ku Hevpeymaniya Ereb a bi serkêşiya Erebîstana Siûdî tevlî bû, şer girantir bû. Li aliyekî şêr; hêzên artêşa Yemenê û yên Gelanî bona parastina welatê xwe ji dagîrbûnê dixebitin û li aliyê din hêzên kirêgirtî yên hikumeta Siûdî û Hevpeymaniya Erebî bi pişûtgiriya Amerîka û Brîtanyayê şer dikin. Ev şera bûye sedema krîza herî giran a însanî ya li cîhanê û mirin û birçîbûn û awarebûna bi milyonan kesên sivîl  . Li gorî rêxistinên însanî, 18 milyon kes birçî ne.

New York Tîmes ji bo balê bikişîne ser vê birçîbûnê, roja 27’ê cotmehê wêneyê Amal a 7 salî salî kiribû manşeta xwe. Piştî wê manşetê, Amal a Yemenî ji nêza miribû. Bi mehan birçî mabû. Dibe ku rojên dawî qet tiştek nexwaribû.

Berdevka Bernameya Xurekê ya Cîhanê Hervê Verhoosel ji saziya çapemeniyê ya Swîsreyê RTS re axivî û diya rkir, Yemen nîşaneya krîza herî giran a însanî ye.

Verhoosel diyar kir, rewş gelekî giran e û got, “Li Yemenê 18 milyon kes nizanin xwarinê ji ku peyda dikin.”

Li gorî rapora rêxistina civaka sivîl a bi navê Save the Chîldren (Zarokan Biparêzin) ku mafê zarokan diparêze, zêdeyî 5 milyon zarok di bin gefa birçîbûnê de ne.

Naglaa Elsonboly ku midûra navendeke Pediatry (Zarokên sawa) ye got, “Mirov ji herêmên gelekî xizan tên ku xwarin bi destê wan nakeve. Dayik nikarin şîr ji zarokên xwe re bikirin. Birincê dikelînin û ava wê mîna şîr dide zarokên xwe.”

Hêzên kirêgirtiyên Hevpeymaniya Erebî û balafirên vê hevpeymaniyê roja 1’ê Mijdarê li bajarê Hûdeydeyê dest bi êrişeke nû kir ku ev bajarê stratejîk li rojavayê Yemenê ye. 70 ji sedî yê alîkariya însanî bi rêya vê bendergehê digihêjin Yemenê. Di encama dîplomasiya navneteweyî de, piştî şer û bomberdûmana 12 rojan roja Sêşemê bajar bêdeng bû. Rêxistinên civakî yên sivîl dibêjin, ji bo alîkariya însanî bidome pêwîst e agirbest dewam bike.

Başa dön tuşu