NûçeRojhilatanavinSûriye

Opêrasiyona teze ya artêşa Sûriyê ji bo azadkirina Helebê

Wezîrê berevaniyê yê Sûriyê qala destpêkiirna opêrasiyona artêşa vî welatî ji bo azadkirina bajarê Helebê li bakûrê Sûriyê ji bin kontrola têrorîstan kir.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Al-Alemê, wezareta berevaniyê ya Sûriyê roja îniyê piştî destpêkirina opêrasiyona artêşê li dijî têrorîstan li bajarê Helebê ji welatiyên sûrî xwest ku nêzikî navend û pêgehên komên têtorîst ên çekdar li Helebê nebin.

Fermandetiya opêrasiyona artêşa Sûriyê li Helebê jî ragihand ku ji bo pêşwaziya ji welatiyan li Helebê û dabînkirna xwestekên wan hemî kiryar hatine berçavgirtin.

Li vê çarçovê, firokeyên şêrr ên artêşa Sûriyê li duyemîn roja bombaran giran navendên têrorîstan li rojhilata Helebê kirin hefed.

Ti raporek ji goriyên ihtimalî yên têrorîstan nehatiye belavkirin.

Têrorîst li bajarê Helebê vê demê tam ji aliyê hêzên artêşa Sûriyê va hatine dorpêçkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu