NûçeRojhilatanavinSûriye

Kêm maye bajarê Qîyarê ya Iraqê tam bê azadkirinê

Bajarê Qîyarê li parêzgeha Nêynewa li bakûra Iraqê, kêm maye ku bi awayekî tam ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê bê azadkirinê.

Artêş û hêzên gelanî yên Iraqê îro li dewama opêrasyonên xwe li dijî têrorîstên DAIŞ`ê, derbasî navenda bajarê Qîyarê li 60 KM başûra Mûsilê bûn û ala Iraqê li avahîyên vê beşê daliqandin.

Artêşa Iraqê vê sibê, opêrasyona derbasbûna nav Qîyarê ji 4 mêhweran va destpê kir. Artêşa Iraqê hervisan ji çend rojan berî niha va bi weşandina danezanan ji xelkê Qîyarê xwestibû ku zûka deverê biterikînin û herin li 2 cîyên ku hatine kifşkirinê yên derveyî Qîyarê bi cih bibin. Beşa propagandeya şêrr a fermandarîya hevpar a azadkirina Mûsilê jî bi daxûyanîyekê ragihand ku yekîneya têkoşîna li hemberî têrorîsmê û beşa 9 a zêrêhî ya artêşa Iraqê û hêzên hewayî yên Iraqê li opêrasyona azadkirina bajarê Qîyarê ji bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê pişkdar in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu