EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Di êrîşa asîmanî ya li Efxanistanê da sivîl bûn hedef

Hat ragihandin ku li rojhilatê Efxanistan li Şîrzada navçeya Nangarharê di êrîşa asîmanî ya dijî Talibanê da bi xeletî 5 sivîl hatin kuştin.

Berdevkê Walîtiya Nangarharê Ataullah Hogyanî di daxuyaniya xwe da diyar kir ku hêzên ewlekariyê li gundê Tatû yê navçeya Şîrzadê operasyona asîmanî bir ser Talibanê.

Hogyanî diyar kir ku di operasyonê da bi xeletî sivîl bûn armanc û di encamê da 5 sivîlên ku di navê da zarok jî hene hatin kuştin.

Hogyanî herwiha got ku di operasyonê da 10 milîtanên Talibanê jî hatin kuştin.

Başa dön tuşu