EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Ji Rêxistina terorîstên Talîbanê êrîşa xwekuji: 5 kes mir

Hat ragihandin ku di êrîşa xwekujiyê ya li wîlayeta Maydan Wardak a Efxanistanê qewimî da 5 kes mirin.

Berdevkê Midûriyeta Ewlehiyê ya Maydan Wardakê Hekmatullah Duranî diyar kir ku di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî va hat kirin da Navenda Polêsan a Maydan Wardakê wek hedef hat hilbijartin.

Duranî ragihand ku 2 jê polês û 3 jî sivîl di êrîşê da 5 kesan can da û 12 kes jî birîndarbûn.

Di daxuyaniya ku ji hêla Nexweşxaneya Maydan Wardanê hat kirin da jî hat gotin ku 31 birîndar sewqî nexweşxaneyê hatine kirin.

Rêxistina Talîbanê êrîş hilda ser xwe.

Başa dön tuşu