CîhanEwropaNûçe

Di êrişa çekdarî ya dijî sivîlan de 8 kes hatin kuştin

Li gorî agahiyan, li başûrê bajarê Jackson ê paytexta eyaleta Misîsîpî kesekî li 3 cihên cuda bi çek teqe li xelkê kiriye û di encamê de 8 kes hatine kuştin. Berdevkê Ofîsa Lêkolînan a Misîsîpiyê Warren Strain di daxuyaniyekê de ragihand ku kesê teqeker li 2 cihan li Brookhaven û li cihekê li Bogue Chitto gule berdaye xelkê û di her sê bûyeran de 8 kesan canê xwe ji dest dan.

Strain di berdewamiya axaftina axaftina xwe de destnîşankir ku di nava kuştiyan de Cîgirê Rêvebirê Polîsê Bajarokê Lincoln jî heye. Bûyer li devera Lincoln çêbûye ku li başûrê bajarê Jackson e û derdora 68 km ji navenda bajêr dûr e. Polîsê Misîsîpî kesê ku teqe kiriye desteser kiriye û lêkolîn bi wî kesî re daye destpêkirin.

Li gorî medyayên xwecihî nave kesê desteserkirî Cory Godbolt û 35 salî ye. Di dema desteserkirinê de, Godbolt ji rojnamevanan re gotiye ji ber ku ew ji jin û zarokên xwe hez nake serî li vê bûyerê daye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu