
Di encama êrîşa ser lîseyeke li eyaleta Kentucky a Amerîkayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 19 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku êrîşkarê dibistanê xwendekarek e.
Polîsê Kentuckyê ragihand, di êrîşa çekdarê de du xwendekarên keç can dane û xwendekarê kur ê êrîşkar ku 15 salî ye jî hatiye desteserkirin.
Polîs herwiha ragihand ku 19 kes jî di êrîşê de birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)