ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Di êrîşa Firokeyên şêrr ên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî de herîkêm 5 kes hatine kuştinê

Di êrîşa Firokeyên şêrr ên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî li ser bajarê Heşayê li parêzgeha Zali’yê li başûrê rojavaya Yemenê, herîkêm 5 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Li gorî rapora Al Alamê, Di êrîşa berbanga roja çarşemiyê ya Firokeyên şêrr ên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî li ser bajarê Heşayê li parêzgeha Zali’yê, sê kes ji endamên malbatekê hevrê digel du welatiyên din hatine kuştin.

Piştî azadkirina gellek ji navçeyên parêzgeha Zaliyê ya Yemenê ji aliyê hêzên ser bi Tevgera Ensarullahê  û dewleta Rizgariya Neteweyî ve, êrîşên Firokeyên şêrr ên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî-Imaratî li ser vê parêzgehê zêde bûne.

Firokeyên şêrr ên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî her wiha hin navçeyên bajarê Heydanê li parêzgeha Seideyê li bakurê yemenê dane ber bombeyan.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatine kuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.

Ji ber destdirêjiya leşkerî ya Erebistanê welatê xizan û belengaz ê Yemenê tûşî kêmbûna giran a xurek û dermanê bûye.

Rêjîma Siûdî û hevpeymanên wê heta niha ji ber Berxwedana gelê Yemenê nekarîne tu yek ji armancên xwe (ji wan desthilatdarkirina kirêgirtiyên xwe li vî welatî) bi dest bixin.

Başa dön tuşu