LubnanNûçeRojhilatanavin

Fraksiyona Berxwedanê li Parelmena Libnanê:Bila Erebistanê xwe tevlî karûbarên Libnanê neke

Firaksiyona Berxwedanê li Parlemana Libnanê, li ser dûhatên mudaxileya li karûbarên vî welatî, Erebistan hişyar kir .

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya AL MAYADIN`ê, Fraksiyona Berxwedanê, li daxuyaniyekê ku li Parlemana Libnanê hate xwendin, ragihand: Divê Erebistan xwe tevlî karûbarên Libnanê neke û qeyranên xwe veneguhêze vî welatî.

Fraksiyona Berxwedanêya li parlimana Libnanê, li vê daxuyaniyeê destnîşan kir: Ya baş ev e ku Erebistan dewsa êrişa ser welatên navçê û xwetêkilkirina li karûbarên wan, bala xwe bide ser rewşa bêserûber a navxweyî û û siyaseta xwe ya derveyî.

Li vê daxuyaniyê hatiye: Ji ber alûgor û bûyerên nû ku encamên berxwedana Sûriye û Iraq û Yemenê ne, divê hemî alî bi awayekî giştalî venihêrînekê bikin ta ku li ser alûgorên navçê, helwêsteka li gorî agahiya zêdetir bigirin ber xwe.

Fraksiyona Berxwedanê ya li meclisa Libnanê, xwest ku ewlehiya vî welatî û aramî heya kivşbûna hegerên rastîn ên îstîfaya biguman a Sed Herîrî, serokwezîrê dest jikarberdayî yê Libnanê li Riyazê werin parastin û hin pêngavên guncaw û anegorî rewşa niha ya welêt werin hilanîn.

Sed Herîrî, 4`ê Mijdara 2017`an ji nişkêve li Riyaza paytexta Erebistanê dev ji serokwezîrtiya Libnanê berda.

Başa dön tuşu