CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

Lidaxistina kempêyna“ Normalkirina peywendiyan bi Îsraîlê re cinayet e“

Hejmarek ji partî û komên erebî dest bi lidarxistina kempêyna medyayî ya “ Normalkirina peywendiyan bi Îsraîlê re cinayet e“ kirine.

 Li gorî rapora  navenda ragihandinê ya  Filistînê, kempêyna “ Normalkirina peywendiyan bi Îsraîlê re cinayet e“ roja yekşemiyê wek berteka li hember sefera taximên  siyonîstî  bo hin welatên  erebî yên derdora Kendava Farsê û raghandina amadetiya hin   hikûmetên erebî bona normalkirina  peywedniayn bi Rejîma  Siyonîstî re  hatiye lidarxistin.

Plana lidarxistina  vê kempêynê komîta “ piştgiriya ji El-Eqsayê li Lubnanê“ û navenda  filistînî ya  rawestana li ber normalkirina peywedniyan raber kirine.

Dîzaynerên  kempêyna “ Normalkirina peywendiyan bi Îsraîlê re cinayet e“ di daxûyaniyekê de ragihandin: Armanca vê planê nîşandayîna  xeterên siyasî, aborî û çandî û normalkirina  peywendiyan û besîckirina  gelên  erebî bona zexta ser rayedarên  welatên erebî bona rawestandina   noramlkirina  peywdniyan bi Rejîma Siyonîstî re ye.

Li beşeke din a vê daxûyaniyê hatiye: Armanca vê kempêynê  sekinîna ser vê rastiyê ye ku  filistînî li berxwedanê bi tenê nînin belkî umeta erebî û îslamî bona rawestana li ber noramlkirina  peywendiyan piştgiriyê didine filistîniyan.

Dîzaynerên  kempêyna “ Normalkirina peywendiyan bi Îsraîlê re cinayet e“ destnîşan kirin: Xeterên  normalkirina  peywedniyan  bi dijminê siyonîstî kêmtir ji hevhatinên  siyasî yên îmzebûyî bi vî dijminî re nîne û hewldanên  li warê meşrnîşandayîna  dagirkeriya Rejîma Siyonîstî li dijî dîroka navçê û çanda wê ye.

Pêvajoya normalkirina peywedniyan navbera Rejîma Siyonîstî û hin welatên  erebî yên derdora kendava Farsê, gurtir bûye. Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî 25 Cotmehê çû Umanê û  Mîrî Rêgo wezîrê werziş û çandê yê Rejîma  Îsarîlê jî 26 cotmehê bi taximeke werzişî re sefera Îmaratê kir.

Başa dön tuşu