Ajansa Sana ya Suriyê ragihand ku di êrişa Rejîma Îsraîlê ya li ser herêma Hemayê de 4 sivîl ku ji wan 2 kes zarokbûn şehîd ketin.
Li gorî Ajansa nûçeyan a Sanayê, Rejîma Îsraîlê bi muşekan êrişî herêma Hemayê kiriye. Ajansê ragihand ku pergala berevaniya ezmanî ya Suriyê piraniya moşekan bê bandor kiriye.
Ajansê diyarkir ku di encama êrişê de dê û bavek bi du zarokên xwe ve şehîd bûn.
Heman çavkaniyê ragihand ku 4 sivîl jî birîndarbûne. Rejîma Siyonîst bi caran bi îdiaya ku navendên leşkerî li Sûriyê dike hedefa êrişên xwe, êrişî ser mal û avahiyên sivîla dike û piranî sivîl dibin goriyê van êrişan.