CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Hilkolandina tawanên li dijî Donald Trump ji aliyê Kongreya Amerîkayê va

Serokê Komîteya Dadweriyê ya Kongreya Amerîkayê qala hilkolandina dosyeya tawanên li dijî Donald Trumpê serokomarê vî welatî ji aliyê Kongreyê va kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Komîteya Dadweriyê ya Kongreya Amerîkayê, Cêrald Nedler roja Yekşemiyê ji kanala têlêvîziyonî ya ABC’yê ya Amerîkayê ra got ku Komîteya Dadweriyê ya Kongreya vî welatî li pêvajoya lêkolînên xwe, hin belge û şehedî ji zêde ji 60 kes û rêxistinan ji wan ji Wezareta Dadweriyê ya Amerîkayê û Kompaniya Holdînga Trump daxwaz kirine.

Serokê Komîteya Dadweriyê ya Kongreya Amerîkayê her wiha got: Beriya vê yekê ku em bixwazin Trump bixin ber pirs û lêpirsînê (Îstîzah anku Şîrovexwestina ji serokomêr), divê civaka Amerîkayê di vî warî da were qanihkirin.

Ji tawanên ku li dijî serokomarê Amerîkayê hatine hilêxistin, Pêşîlêgirtina ji cihanîna edaletê, gendelî  û fesadî û Neçêbikaranîna desthilatê ne.

Başa dön tuşu