CîhanEwropaNûçe

Di felaketa aşîtê de hejmara miriyan gihîşt 16an

Cenazeya du kesên din ku di bin aşîta bi ser otele ve hatibû mabûn hat derxistin. Herwiha hejmara miriyan gihîşt 16 kesan. Rayedaran eşkere kirin ku hêj 13 kes winda ne.

Roja çarşema borî li rojhilatê welata Îtalyayê çend caran erdhej pêk hatibû û ji ber erdhejê aşît biser Otela Rigopiano de Farindolayê ve ketibû û gelek kes dibin aşîtê de mabûn. Ji ber rewşa hewaya xirab xebatên lêgerînê bê navber dewam dike. Rayedaran derbarê xebatên lêgerînê de daxuyanî dan û eşkere kirin ku cenazeyên du kesên din ji bin aşîtê derxistine.

Rayedaran eşkere kirin ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê bo 13 kesên di bin aşîtê de mane dewam dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu