NûçeRojhilatanavinSûriye

Di hefteyekê de 12 welatiyên Kurd li Efrîn hatine girtin

Grûpên terorîst ên li dij dewleta Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve di kiryarên avêtina ser malan û girtina welatiyên herêma Efrînê ya Kurdên Sûriyê de berdewam in.

Di nava hefteyekê de, grûpên çekdar ên terorîst çendîn kes ji nav bajarê Efrînê û gundên herêmê li deverên cudacuda girtine û heta niha cih û çarenivîsa girtiyan ne diyar in.

Roja 27ê îlonê grûpên çekdar her du welatiyên bi navê Rênas Hesen û Mistefa Hesen ji gundê Basûtê girtine.Li gorî çavkaniyên xwecihî, çekdaran li hember berdana wan daxwaza 500 dolaran li xwediyên wan kirine.

Roja 26ê îlonê, welatiyê bi navê Farûq Mihemed, 33 salî, ji gundê Qestelê Xidiriya li ser destê çekdaran hatiye girtin. Heman rojê terorîstên el-Cebhe el-Şamiye 4 welatî ji gundê Hisê “Mêrkan” girtine û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Terorîstên Hemzat welatiya bi navê Gulê Xelîl ê 45 salî û keça wê Xezale Selmo ya 16 salî, ji gundê Birc Evdalo girtine.

Polîsên Sivîl welatiyê bi navê Ibrahîm Mistefa ji gundê Coqê girtine û bi tundî îşkence kirine. Roja 22yê Îlonê, çekdarên Hemzat cotyarê kurd Salih Îbo yê 50 salî, ji gundê Kurzêlê girtine. Çekdarên grûpa navborî dest danîne ser mewsîma hinarên welatiyê navborî.

Roja Yekşemê, grûpeke çekdar Doktor Riyad Minla, mamostayê zanîngehê li nav Efrînê girtine.

Back to top button