Di hepsên Îsraila qorsan ji salên dagir heta naha 6 hezar û 500 Filistînî hene. Di nav vanan 57 jin û 300 zarok ji hene.
”Koma Esîrên Filistînê”, ”Navenda Îstatislîka Filistînê” û ”Heyeta Esîrên Filistînê” di nezika roja esîrên Filistînî civîyan û daxuyanîyêk bela kirin.
Di vê daxuyanîyêda hatiye ragihandin ku, Di hepsên Îsraila qorsan ji salên dagir heta naha 6 hezar û 500 Filistînî hene. Di nav vanan 57 jin û 300 zarok ji hene.
Hatiye ragihandin ku rejîma siyonîst bi mehneyê bêmaf û bêesl gelek Filistînî binçav kirine.
Li gori vî daxuyanîyê ji sala intifadayê di sala 2000 ê dest pê kiribû heta naha 15 hezar zarok, hezar û 500 jin,70 mebus û wezirên bere bi temamî 100 hezar Filistînî ji alê rejîmên siyonîst hatine binçav kirin.
Tê zanin ku di nav van girtiyan mebusê jin Semira el-Halayika û 6 mebus ji hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)