NûçeRojhilatanavin

Dî Mîstûra: Me li bara hîsîran tev dewleta Sûriyê û dijberan gotûbêj pêk anî

Nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Sûriyê ragihand ku ligel taximên dewleta Sûriyê û dijberên dewletê yên niştecihê Riyazê li bara mijara hîsîran û girtiyên du aliyan gotûbêj kiriye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tasnim News`ê ji zarê El-Neşreyê, nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Sûriyê, Stifan Dî Mîstûra li civîneke ligel nûçegihanan li bara gotûbêjên Jênêvê, got: Heta niha gotûbêjin baş ligel dewleta Sûriyê û dijberan pêk hatine û du alî li bara miajrên sereke li hev dikin.

Dî Mîstûra got: Bidestxistina hinek ji encamên erênî girêdayî bi dewama agirbesa li nav Sûriyê ye.

Nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Sûriyê her viha amaje bi alîkariyên mirovî li Sûriyê kir û got: Kiryarin baş li vî warî da pêk hatine, lê hinek ji deverên Sûriyê hîn jî neketine ber alîakriyên mirovhezane, loma gerek li vî warî kiryarên ciddî pêk werin.

Gotûbêjên di navbera taxima dewleta Sûriyê û taxima dijberan ji roja duşemiyê va di bin çavdêriya NY dest pê bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu