ÎranNûçeRojhilatanavin

Alîkarê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ser xurtkirina hêza berevaniyê li rawestana li ber gefên dijminan tekez kir

Serdar sertîp pasdar, seyd Mesûd Cezayirî alîkarê çandî û propagendeyê yê berevaniyê ya erkantiya giştî ya hêzên çekdarên Îranê got : Komara Îslamî ya Îranê tu riyek xêncî xurtkirina bingeha xwe ya berevaniyê tine û ev yeka divê ji aliyê yeko yekoyê gel û berpirsan va cih were.

Serdar Cezayirî li bara  rewşa vê dawiyê ya sîstemên  berevanî û mûşekî ya Îranê jî got : Hêzên çekdar li çarçêva  tedbîr û doktorînên diyarbûyî li gor hêza navxweyî, bernamên berervaniyê û jordebirina  ewlehiya Îranê bi pêşde diçin.

Alîkarê çandî û teblîxata berevaniyê yê erkantiay giştî ya hêzên çekdar ên Îranê tekez kir, tu peywendiyek navbera rêketinama navokî û karûbarên  berevaniyê yê Îranê tine û mesela berevaniyê li muzakiran tu cih û şûneke xwe tinen.

Di eynî demê de serdar sertîp pasdar Remezan Şerîf berdevkê sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê got:, berfirehkirina hêz û qaweta berevaniya mûşekî ya Îranê roleke giring li bêencamkirina  komployên dijminan hebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu