EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Di navbera DAIŞ û Talîbanê de şerekî dijwar: 39 kuştî û gelek birîndar

Li navçeya Kuştepe ya bajarê Cuzcanê ku dikeve bakurê Afganistanê di navbera rêxistina terorîst a DAIŞê û Talîbanê de şerekî dijwar qewimî. Di şer û pevçûnan de herî kêm 38 milîtan û welatiyekî sivîl hatin kuştin u 4 zarok jî birîndar bûn.

Qeymeqamê Kuştepeyê Amînullah Han di daxuyaniya xwe de got: “Li herêma Hanaka û Çakma Çukurê di navbera milîtanên DAIŞ û Talîbanê de şerekî dijwar derket. Li gorî agahiyên berdest, di pevçûnan de 13 DAIŞî û 25 milîtanên Talîbanê hatine kuştin û ji herdu aliyan gelek jî birîndar in.”

Amînullah Han di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di pevçûnan de sivîlek hat kuştin û 4 zarok jî birîndar bûn û nêzîkî 400 kesên niştecih malên xwe terikandin.” Ji herdu rêxistinan jî derheqê pevçûnan de ti daxuyanî nehatiye dayîn (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu