ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Leşkerên siûdî nekarîn bikevin nav peravên rojavayî yên Yemenê

Hêzên yemenî li bereya Perrava Rojava û bi taybet li navçên Herez, Mîdî û El Muxayê, operasyoneka leşkerî ya berfireh dijî leşkerên siûdî cih anîn.

Li gorî raproa roja çarşemiyê ya Al ALAM`ê, Yehya El Mehdî, yek ji efserên artêşa yemenê, got: Ev operasyona li Perrava rojavaya cih hatiye û artêş û komîteyên gelanî karîne hewldana êrişkerên siûdî ji bo ketina nav wê navçê, têk bibin û di encamê de gelek ji hêzên wan li Herez û Mîdiyê hatine kuştin.

Hêzên yemenî karî li vê operasyonê li ser bi dehan bargehên girîng ên hêzên siûdî serdest bibin û zêde ji 300 trombîlên wan ên leşkerî biteqînin û û 19 mûşekên balistîk ber bi bargeh û armancên li nav û derveyî vî welatî ve bavêjin.

Çavkaniyeka agehdar a leşkerî jî got: Hevgavê serketina hêzên yemenî, teknolojî û alavên cengî yên hêzên yemenî jî pêş ketine ê girîngtir eva ku lawaziya hêzên êrişker û kirêgirtî  li meydana şêrr  a li hember berxwedana artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê ye.

Çavdêr ser vê bawerê ne şiyana berevanî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, bernameyên hêzên êrişker têk biriye û xisarên giran li wan xistiye ku mêdyayên hevalbendiya êrişker a siûdî hewl dide ku wan veşêre. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu