İslami Davet Kurdi Bange İslami

Di navbera her du Koreyan li Pyûngyangê hevdîtin pêk hat

Rayedarên her du Koreyan, di çarçoveya cihanîna hevhatinameyên ku meha buhurî di navbera serokê du welatan de hatin îmzekirin, li Pyûngyanga paytexta Koreya Bakûr, bi hev re hevdîtin pêk anîn.

Li gorî rapora roja îniyê ya Assocciated Press`ê, Ço Miyûng Giyûn (Chu Myung-Guyon), wezîrê yekgirtinê yê Koreya Başûr û rayedarekî payebilind ê Koreya Bakûr, li vê hevdîtinê herwiha li ser pêvajoya aştiyê li Nîvgirava Koreyê bi hev re gotûbêj kirin.

Taxima Koreya Başûr, duh pêncşemiyê ji bo gotûbêjên li ser pêvajoya aştiyê li Nîvgirava Koreyê û herwiha bona beşdariya li rêûrisma Şahiya Salvegera Civîna 2007`an a du Koreyan, derbasî Pyûngyanga paytexta Koreya Bakûr bû.

Tê gotin ev civîn bona cihatina van hevhatinameyan hate lidarxistin ku li civîna meha buhurî ya Kîm Cûng Ûn, rêberê Koreya Bakûr û Mûn Caê În, serokomarê Koreya Başûr, hatin îmzakirin.

Heya niha hûrgîliyên vê hevdîtinê û encama gotûbêjan nehatine weşandin.

Exit mobile version