Li taxa Zuhûr a Mûsilê, di navbera hêzên Artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûnên dijwar rû didin.
Artêşa Iraqê ev çend roje hewla kontrolkirina taxa Zuhûr dide ku dikeve rojhilatê bajarê Mûsilê.
Yek ji fermandarên Hêza Dije Terora Iraqê General Ebdulwehab Sedî ji Rûdawê re ragihand; “Em niha li dawiya taxa Qadîsiyê de ne. Ev der di heman demê de destpêka taxa Zuhûr e. DAIŞiyan çend mûfrezeyek danîne nav taxa Zuhûrê û em jî hewl didin wan ji vê taxê paqij bikin.”
Herwiha, tankên Artêşa Iraqê jib o rûbirûbûna otomobîlên bombebarkirî, her kêlî amade ne.
Termê çekdarên DAIŞê di nav taxan de ketine û ji aliyekê ve nîştecîhên taxên ku şer lê heye, bi alên spî ji malên xwe derdikevin, xwe dispêrin leşkerên Iraqê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)