NûçeRojhilatanavinSûriye

Di navbera koma têrorîst a Tehrîr ul Şamê û têrorîstên firansî pevçûn rûda

Di navbera koma têrorîst a Tehrîr ul Şamê û têrorîstên firansî yên endamê Koma Hurras ul Dînê li bakura parêzgeha Idlibê li bakura rojavaya Sûrîyê da pevçûn derket.

Mêdyayên nêzîkî komên têrorîst li Sûrîyê şeva buhurî ragihandin ku koma têrorîst a Tehrîr ul Şamê meqereke koma têrorîst a Hurras ul Dînê li şarê Harimê li bakura Idlibê ku hejmarek têrorîstên firansî têda bûn, dorpêç kirin û di navbera her du alîyan da pevçûn derket.

Ew pevçûna piştî wê derket ku koma têrorîst a Tehrîr ul Şamê 7 têrorîstên bîyanî yên endamê Koma Hurras ul Dînê li şarê Harimê girtin.

Li gorî vê raporê têrorîstên li bajarê Harimê ketine rewşa amadebûnê û pevçûnnê perrate di navbera wan de derdikevin.

Başa dön tuşu