NûçeRojhilatanavinSûriye

Di navbera komên têrorîst ên Tehrîr ul Şamê û Bereya Tehrîr Sûrîyê pevçûn derket

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Di navbera komên têrorîst ên Tehrîr ul Şamê û Bereya Tehrîr Sûrîyê li parêzgeha Idlibê li bakûra rojavaya Sûrîyê de pevçûn derket û koma têrorîst a Tehrîr ul Şamê di encama êrişa ser çeperên têrorîstên Bereya  Tehrîr ul Sûrîyê de li 11 navçên başûra parêzgeha Idlibê serdest bûn.

Li gorî raporan, di encama van pevçûnan li sê parêzgehên Idlib, Hema û Helebê de bi sedan kes hatine kuştinê û yan birîndar bûne.

Komên têrorîstên Ehrar ul Şamê û Nûredîn Zenkî du mehan berî niha bi dû belavbûna hin nûçeyan têkildarî hewildana Tehrîr ul Şamê ji bo êrişa ser çeperên wan, hevalbendîyek bi navê Bereya Tehrîr ul Sûrîyê ango Azadkirina Sûrîyê pêk anîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu