IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Xaca Sor êrişa kîmyayî ya DAIŞ`ê ser Mûsilê mehkûm kir

Saziya Xaca Sor a cîhanî li daxûyaniyekê êrişa kîmyayî ya terorîstên DAIŞ`ê ser Mûsilê û kuştina welatiyên bêberevan ên vî bajarî bi tundî şermezar kir.

Li gorî rapora îro yekşemiyê ya Al-Alamê, Saziya Xaca Sor a cîhanî li vê daxûyaniya xwe tevî şermezarkirina êrişa kîmyayî ya terorîstên DAIŞ`ê ser xelkê Mûsilê ji hevkariya xwe tev saziya cîhanî ya saxlemiyê bona dermankirina birîndaran xeber da.

Piştî işkestên zav ên terorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê, vê grûpa terorîst dijî xelkê bê berevan ê Mûsilê çekên kîmyayî bi kar anîne; Lewma saziyên navnetewî yên wekî Xaca Sor daxwaza hevkariyên cîhanî bona jinavbirina vê grûpa terorîst û girtina pêşiya kiryarên wiha ji aliyê van terorîstan va kirine.

Pêştir jî ajansa Business Wire`ê li gorî lêkolîna navenda lêkolînî ya  `IHS`ê ya Amerîkayê ragihand ku terorîstên DAIŞ`ê li sala 2014`an zêde ji 71 caran dijî xelkê Sûriyê û Iraqê çekên kîmyayî bi kar anîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu