EfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Di navbera wezeratên Îran û Afrîqaya başûrî hevdîtin pêk hat

Muhemed Cewad Zerîf ku hevrê digel taximekî siyasî-abûrî seredana Afrîqaya başûrî kiriye, sêşemêşev tev hevtayê xwe yê Afrîqaya başûrî li bara meselên girînge navbera du aliyan gotûbê kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Wezîrê karên derve yê Îranê jî qirare tev Lindiwe Sisulu wezîrê karên derve yê Afrîqaya başûrî dê hevdîtinê pêk bîne.

Muhemed Cewad Zerîf îro çarşemê herwisa qirare tev Cyril Ramaphosa serokkomarê Afrîqaya başûrî hevdîtinê pêk bîne.

Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê êvara sêşemê gihêşte Pretoriayê paytexta Afrîqaya başûrî .

Afrîqaya başûrî welatê dudyan ji nezera abûrî li Afrîqayê ye û piştî rêketina navokî pêngavên baş bona berfireghkirina peywendiyên xwe tev Têhranê hilanîne.

Başa dön tuşu