IraqNûçeRojhilatanavin

Di operasyonê de 35 milîtanên DAIŞî hatin kuştin

Hat ragihandin ku li rojavayê bajarê Enbar a Iraqê di operasyonê de 35 milîtaên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin û depoyeke çekan jî hat hilweşandin.

Ofîsa çapamenî ya operasyonê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di çarçoveya şerê dijî rêxistina DAIŞê de li rojavayê Parêzgeha Enbar a Iraqê 35 milîtanên wê rêxistinê hatin kuştin û di operasyonê de depoyeke çekan a rêxistinê hat rûxandin.

Li gor daxuyaniya ofîsa çapameniyê, di çarçoveya dûvçûn û pişkinîna navçeyên biyabanî li rojavayê bajarê Enbar Serkirdayetiya operasyonên Cezîre û Enbar dest bi pişkinîna navçeyên Hedîse û Wadî Horan li rojavayê Kebîse kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama wê operasyonê de 14 milîtanê DAIŞê hatin kuştin û li qezaya Rewa 21 milîtan jî di operasyoneke hewayî de ji aliyê Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu