ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Dêhqan: Îran dikare her mûşekekê bi her birrekê saz bike

Wezîrê berevanîyê Komara Islamî ya Îranê got: Komara Islamî ya Îranê dikare her mûşekekê bi her birr, baldarî û şîyaneka xirabkirinê saz bike.

Hisên Dêhqan wezîrê berevanîyê yê Îranê îro li merasima nimandina yekemîn matora netewî ya Torbocêt a balafiran li Têhranê got: Îranê di warên mûşekî da her tişta ku dixwest bi dest xist û sîstemên kontrolkirinê yên wan çendalî kirine. Wî her wiha got: Sîstemên gemîyên cengê yên Komara Islamî ya Îranê jî plana wan wisa hatîye darêştinê ku asta baldarî û lêxistina armancê ya wan jorda çûye.

Wezîrê berevanîyê yê Îranê herwisan got: Di warê mûşekên Kurûz da pêngavên baş hatin rakirinê û birra mûşekên Îrando`yê heta 3 qatî zêde bûye.

Serdarê pasdar Dêhqan li dawîyê got: Bi derbaskirina qonaxa dawîyê ya sazkirina matora Torbocêt a netewî, Îran idî hewcedarê kirîna van matorana ji derve nîne û Komara Islamî ya Îranê li rêza 8 welatên xwedîyê zanist, têknolojî û plandarêjî û çêkirina van cure matorana cî girtîye.

Başa dön tuşu