AsyaCîhanNûçe

Li eyaleta Anhuiya li rojhilatê Çînê afat

Hat ragihandin ku ji serê salê vir ve di bûyerên siruştî yên li eyaleta Anhuiya li rojhilatê Çînê qewimîn de, nêzî 2 milyon û nîv însanî xisar dît.

Wezareta Karên Welatiya a Çînê ragihand ku li Anhuiyê bûyerên tebiî yên wekî hişkayî, bahoz, baûpûk û lehiyê çêbûn. 285 hezar hektar zevî, 2 milyon û 485 kes di bin bandora bûyeran de man.

Li 13 bajar û 52 navçeyên eyaletê, di bûyeran de 186 avahî rûxiyan, di 4 hezarî zêdetir avahiyî de xisar çêbû. Ji ber bûyeran 20 hezar kes mecbûr man cî û warê xwe biterikînin.

Ji ber bûyerên siruştî nêzî 259 milyon û 290 hezar dolarî zirar çêbû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu