CîhanEfrîqaNûçe

Di pevçûnên li Libyayê da hejmara kuştiyan derket 264an

Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (WHO) ragihand ku hejmara kesên ku di pevçûnên li paytextê Libyayê Trablusê û dewrûberê da hatin kuştin, derket 264an.

Berdevkê WHOyê Tarik Jasareviç di civîna çapemeniyê ya li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da ragihand, di pevçûnên ku piştî fermana êrîşê ya di 4ê nîsanê da ya serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Libyayê General Xelîfe Hafter dest pê kirin da heta niha 264 kes hatin kuştin û hezar û 266 kes jî birîndar bûn.

Berdevk Jasareviç diyar kir ku ji kuştiyan 21, ji birîndaran jî 69 kes sivîl in.

Jasareviç herwiha got ku xebatkarên WHOyê malbatên ku cih û warên xwe terikandine ziyaret dikin û bi wan ra ji nêz va eleqedar dibin.

Başa dön tuşu