EwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Di rojekê de 3 hezar û 300 penaber hatin rizgarkirin

Bi operasyonên ku Fermandariya Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê koordîne kirin li Behra Spî di nava rojekê de 3 hezar û 300 penaber hatin rizgar kirin.

Li herêma Behra Spî ya ku di navebera Îtalya û Lîbyayê de dimîne û wek Qenala Sicîlyayê tê zanîn, operasyonên ji bo rizgarkirina penaberan berdewam dikin. Di nûçeyên çapemeniya Îtalyayê de hat diyar kirin ku Fermandariya Ewlehiya Peravê ya li Romayê li peravên Lîbyayê 24 operasyon meşandin û di wan operasyonan de di nava vê rojeke dawiyê de 3 hezar 300 penaber hatin rizgar kirin. Hat dest nîşan kirin ku di dema operasyonên rizgarkirinê de di du botên deryayî de termên 7 penaberan hatin dîtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu