FilistînNûçeRojhilatanavin

Di sala 2016an de 15 leşkerên artêşa Îsraîla siyonîst întîxar kirin

Hat ragihandin ku li Îsraîlê di nava sala 2016an de 15 leşkeran întîxar kiriye û 41 leşker jî ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeya Radyoyê Dewletê yê Îsraîlê ku dispêre îstatîstîkên artêşê, di nava artêşa Îsraîlê de ‘întîxar’ yek ji mijara sereke ya mirinan e.

Li gorî daxuyaniya Radyoyê Dewlet a Îsraîlê, di nava sala 2016an de ji 41 leşkerên artêşa Îsraîlê ku mirin 15 ji wan întîxar bûn û bal kişandin salên 2014 û 2015an ku dîsa heman reqemên întîxarî di nava artêşê de hebûn. Hat ragihandin ku ji xeyrî 15 leşkerên ku întîxar kirine, hinek ji wan di encama êrişên filistînî, hinek di serdema tetbîqatan û hinek jî di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu