NûçeRojhilatanavin

Di sala 2016`an de 93 rojnamevan li seranserî cîhanê hatine kuştin

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan ragihand ku 93 nûçegîhan li qetl û kuştinên bi armanc yan li nearamiyên navçeyên curbicur ên cîhanê, di sala 2016`an de, hatine kuştin.

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ) ragihand ew rojnamevan li qetlên bi armanc yan bûyerên gullereşandinê li 23 welatên afrîqayî, Asya û oqyanûsiye, amerîkî, ewrûpî, Rojhilata Navîn û cîhana ereban hatine kuştin.

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ) herwiha destnîşan kir ku mirina 20 raportêrên brêzîlî di encama jordaketina balafirê de li bajarê Mêdêlînê (Medellin) li Kolombyayê û mirina 9 raportêrên Rûsiyê di encama jordaketina balafirekê li Deryaya Reş de, bûyerên herî nebaş jibo rojnamevanan di sala 2016`an de bûne.

Li gorî vê raporê, li halekî 93 rojnamevan di sala 2016`an de hatine kuştin ku hejmara rojnamevanên ku di sala buhurî de hatibûn kuştin li seranserê cîhanê de 112 kes bûye.

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ) saziya herî mezin a rojnamevanan e ku jibo cara yekemîn di sala 1926`an de hate damezirandin. Niha 600 endamên wê li 140 welatan dixebitin û jibo baştirbûna azadiya medya hewl didin.

Armanca sereke ya Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ) xurtkirina maf û azadiya rojnamevanan e û pênaseya  wê jibo piştgiriya ji dadmendiya civakî, mafên karkeran, cîhanîkirin, Mafên Mirovan, demokrasî û şerrê dijî gendelî û hejariyê pêk hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu