IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê, êrişên grûpa terorîstî ya DAIŞê ser eniya rojava ya Mûsilê, navenda parêzgeha bakurî ya Neynewayê bêencam kirin

Li gorî rapora IRIB Newsê,  televîzyona  El-Etcahê ya Iarqê roja pênşemiyê li bara pêşdeçûna  hêzên Heşda Şebî yên vî welatî li eniya  rojava  Mûsilê agahî da. Girêdana  riya grûpa terorîstî  ya DAIŞê ber bi aliyê Sûriyê li Mûsilê ev grûpa treorîstî neçar kir ku êrişên curbicur jibo têkişkandina dorpêçê cih bîne. Li gorî vê raporê, piştî ku  hêzên gurdana Hizbullaha Iarqê û hêzên Heşda Şebî karîn piraniya  gundên mêhwera rojava ya Mûsilê ji bin lepên DAIŞê azad bikin. DAIŞê bi caran hewl da valahiyekê li vê bereyê pêk bîne da ku riyeke revînê jibo endamên xwe vebike.

Di eynî demê de Li encama  êrişa  balefirên  hevalbendiya  emerîkî ya li dijî DAIŞê ser fabrîkeya  bajaroka  El-Mensûrê li perava rojava  Mûsilê, pênc trimbêlên  bombekirî û du topên  cengî yên terorîstan hatin îmhakirin.

Li encama vê êrişa hewayî  du kes ji serkirdeyên  grûpa terorîstî ya  DAIŞê bi  navên  Ebûehmed û Ebû meha hatin kuştin.

Hêzên iraqî heya niha hin navçên berfireh ên parêzgeha Neynewa û rojhilata Mûsilê ji bin lepên DAIŞê azad kirin. Operasyona  hêzên Iraqê bi armanca  azadkirin û paqijkirina beşa rojava  bajarê Mûsilê tim didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu