AsyaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Li Babê heta niha di encama êrişa Tirkiyeyê de 444 sivîl hatine kuştin

Ji 13ʹê mijdara 2016ʹan ve Arêtşa Tirkiyeyê êrişî bajarê Babê û gundê wê dike. Arêşa Tirkiyeyê di êrişên xwe de balafir û topan bi kar tîne, heta niha di encama  topbaranê de jin û zarok jî di nava de heta niha 444 sivîlan jiyana xwe jid est dane.

Artêşa Tirkiyeyê bi balefiran û çekên giran bajar û gundên Babê bomebaran û toparan dike. Di encamê de gelek komkujî di bajar de pêk anîne. Derbarê van êrişên Artêşa Tirk de heta niha hêzên navdewetlî bê deng û helwesta xwe nîşan nadin.

Li gor saziyên herêma Babê yên sivîl ji ber bombebaran û topbarana Arêtşa Tirk ku ji 13ʹê mijdara 2016ʹan ve hatiye destpêkirin  û bajarê Babê, banarokên Beza û Tedaf hedge girtine 444 sivîl hatine qetilkirin. Ji van 96 zarok û 59 jin in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu