CîhanEwropaNûçe

Di teqîna li Florîdayê da herî kêm 20 kes birîndar bûn

Li Florîdaya eyaleta Amerîkayê li navendeke danûsitandinê ji ber zûxava xazê teqîn çêbû, di teqînê da herî kêm 20 kes birîndar bûn.

Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da cî digirin li bajarê Plantatîoana li başûrê Florîdayê li navendeke danûsitandinê ji ber zûxava xazê teqîn çêbû.

Di encama teqîna ku li restoranekê pîzzayê çêbû da du jê xedar herî kêm 20 kes birîndar bûn.

Ji ber teqînê li kargehên din jî xisar çêbû. Kolana ku navenda danûsitandinê lê ye ji trafîkê ra hat girtin.

Departmana Agirkujiyê ya Plantatîonê da zanîn ku teqîn ji ber zûxava xazê çêbûye.

Başa dön tuşu