AsyaCîhanNûçe

Di teqîneke gazê de ya li kaneke komirê ya li bakurê rojhilatê Çînê çêbûbû, hejmara miriyan bû 32

Li gorî nûçeya Şînhuayê, di qezaya li kana komirê ya li bajarê Çifingê yê herêma xweser a Mongolyaya Hundirîn de pêk hatibû, 32 karkeran jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku kesên ji teqîna gazê berpirsyar hatine desteserkirin û derbarê birîndaran de ti daxuyanî nehat dayîn. Herwiha di dema teqînê de 181 karker di kanê de bûn. Gelek tîmên hawarçûnê çûne cihê bûyerê û xebatên xwe yên xelaskirinê berdewam dikin. Hat zanîn ku lêpirsîn di bûyerê de hîn berdewam dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu