IraqNûçeRojhilatanavin

Di tûnêlekê Mûsilê de 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Navenda ragehandinê ya asayîşa Iraqê ragehand ku, li Mûsilê 9 tûnêl hatine dîtin, ji wan du hatine teqandin ku, tê de 20 çekdarên DAIŞê hebû.

Berdevkê navenda ragehandinê ya asayîşa Iraqê emîd Yehya Resûl di daxuyaniyekê de ragehand ku, hêzên me di serkirdayetiya operasyonên Neynewa 9 tûnêl li navçeya Badoş dîtin, du ji wan tênêlan bombekirî bû û hatin teqandin.

Wî berpirsê leşkerî yê Iraqê di daxuyaniya xwe de ji kenala Sûmeriyê re da zanîn ku, di encama teqandina wan herdu tênêla 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, herwiha aşkere kir ku, 15 mûşekên Katyoşa li navçeya Bidne El-Kebîr hatin dîtin û piştî hatin jinavbirin.

Heta niha bi dehan tûnêlê çekdarên DAIŞê li bajarê Mûsilê û derdora wê ji aliyê asayîşa Iraqê ve hatine dîtin, tê de hejmarek mezin ji çekan jî hebûn.

Başa dön tuşu