AsyaNûçeRojhilatanavin

Di xeta Ermenistan û Azerbaycanê de pevçun: 5 leşkerên Ermenistanê hatin kuştin

Hat diyar kirin di eniya xeta Ermenistan-Azerbaycan de pevçuna ku duh hatibu jiyan kirin de 5 leşkerên Ermenistanê hatine kuştin.

Di daxuyaniya wezareta parastina Azerbaycanê de hat diyar kirin, di pevçuna duh de 3 leşkerên Ermenistan hatin kuştin, 2 leşker jî di nexweşxana ku dihatin dermankirin de mirin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de, hat gotin ku Ermenistanê tenê kuştina 3 leşkerên xwe bi fermî pejirandiye,  dervey wê çend leşkerên Ermenî jî bi rengekî giran birîndar bune ji bo nexweşxanê hatibun şandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu