CîhanEwropaNûçe

Dibe ku 5 milyon Ewropî ji derve bimînin

Pisporên Navenda Lêkolînên Hevpar a Komîsyona Ewropayê ragihandin ku heta dawiya vê sed salê dibe ku 5 milyon Ewropî ji ber lehiyan bê xanî bimînin.

Pisporên Ewropî ji Russia Todayê (RT) re diyar kirin ku di nav vê sedsalê de metirsiya lehiyan li Ewropayê heye û ji ber germbûna kurewî îhtimala ku peravên Ewropayê di bin avê de bimînin heye.

Pisporan hişyarî dan ku îhtimal heye bi sedema lehiyan û dagirtina peravên Ewropayê bi avê, di nav vê sedsalê de 5 milyon mirov bê xanî bimînin.

Pisporê Beşa Keşûhewayê yê Navenda Meteorolojiyê Aleksandr Kislov da zanîn ku Ewropa ji guherîneke wiha ya kişweriyê re ne amade ye û got, ‘Divê ji niha ve ji bo felaketan amade bin. Niha tenê Hollandayê sistema xwe ya parastinê ava kiriye. Hikûmeta Hollandî sîstema bihurdekê ava kir. Sîstemeke mîna wê li St. Petersburgê jî heye.’

Li gor Zeryanas Michgalis Vusdukas jî dê li Ewropayê her sal lehiyên mezin çêbibin û îhtimal heye beşek ji peravên Ewropayêdi bin avê de bimînin.
Pispor dibêjin, dê di sedsala pêşiya me de bilindbûna rêjeya avê li Ewropayê zêdetirî 51-81 santîman be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu