FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Dijayetiya endamên ewropî yên Konseya Ewlehiyê digel xerakirina gundê filsitînî yê Xan Ehmerê

Welatêîn ewropî yên endamê Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Pêncşemiyê bi daxûyaniyeka hevpar destnîşan kirin ku xerakirina gundê Xan Ehmerê li rojhilata beyt ul Muqedesê li dijî qanûn û rêzikên navneteweyî ye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Welatên Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Swêd, Bêljîka, Holanda û Polayê li vê dxûyaniyê ku nûnerê Holandfayê li NY ew beriya civîna Konseya Ewlehiyê li ser mijara Filistînê xwend, ragihandin ku li dijî her cûre biryra siyonîstan ji bo xerakirina malên filsitîniyên rûniştiyê gundê Xan Ehmerê ne.

Welatên Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, swêd, Bêljîka, Pola û Holandayê li vê daxûyaniyê ji Rêjîma Siyonît xwestin ku dawî li siyaseta koçandina bi zorê ya filistîniyan bîne.

Yekîtiya Ewropayê jî roja Duşemiyê, 10ê Îlona 2018an, bi dxûyaniyekê derbarê dûhatên însanî û siyasî yên xerakirina gundê Xan Ehmerê li rojhilata Qudsê û veguhestina rûniştiyên wir hişyar da.

Rêjîma Siyonîst hertim bêyî berçavgirtina daxwaza civaka cîhanî avakirina bajarokên siyonîstnişîn didomîne û li vî warî da ji aliyê Amerîkayê va tê piştgirîkirin. Rêjîma Israîlê bi avakirina bajarokên siyonîstnişîn dil heye nijyar û tevna navçeyên filistînî biguherîne û siyonîstan li van deveran bi cih bike da kus erdestîxwaziya xwe li navçeyên filistînî tesbît bike.

Başa dön tuşu