IraqNûçeRojhilatanavin

Dijayetiya eşîrên parêzgeha Kirkûkê li hemberî lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê

Eşîrên parêzgeha Kirkûkê li ser dijayetiya tund a eşîran digel lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê li vê parêzgehê pêgirî kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, şêxê eşîra Benî Temîm li parêzgeha Kirkûkê, Mihemed Baqir Sehîl El Temîmî êvara Sêşemiyê tevî diyarkirina dijayetiya xwe digel lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê li Kirkûkê ragihand: “Her kes derkeve mêdyayê û bi navê vê eşîrê pişta lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê li Kirkûkê bigire, helwêstên wî ne-rast û tenê şexsî ye“.

Li vî halî li gorî ragihandina rayedarekî herêmî li Mûsilê, serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî tev walî, endamên Konseya Parêzgarî û serokeşîrên ereb û kurd her wiha rêberên mezhebî yên vê parêzgehê hevdîtin pêk anîye û careke din li ser lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê pêgirî kiriye.

Nivîskarê rojnameya libnanî ya El Benayê, Hemîdî El Ebdullah jî tevî hişyariya li bara dûhatên pêgirî û israra Barzanî li ser lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, got: “Li lidarxistina hitmalî ya vê Giştpirsînê, kurd vê ji hebûna li nav dewleta navendî ya Iraqê bêpar bibin“. Serokoamrtiya Irqê û hejmareke wezaretxaneyên girîng ên vî welatî di destê kurdan da ye.

Nivîskarê rojnameya libnanî ya El Benayê bal kişande ser beşdariya kurdan li dewleta navendî ya Iraqê li Bexdayê û got: “Heke Herêma Kurdistanê ji Iraqê cuda bibe, ev hevsengî di bi dawî were û kurd wê tûşî ziyanin bin ku nayên cubrankirin“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu