CîhanEwropaNûçe

Dijberên NATOyê li Munihê Konferansa Ewlehiyê protesto kirin

Konferansa Ewlehî ya kul i bajarê Munihê yê Almanyayê hat lidarxistin, ji aliyên kesên dijberî NATOyê ve hat protestokirin.

Konferansa Ewlehî ya li Munihê ji aliyê nêzîkî hezar û 500 kesên dijberî NATOyê ve bi çalakiyekê hat protestokirin. Çalakvananên ku li derdora Hotêla Bayerischer Hofê kom bûn, xwestin ku NATO were belavkirin, çekdarkirina kureyî were rawestandin û her wiha dirûşmeyên ji bo piştigiriya penaberan berz kirin.

Protesto ji aliyê komeke çepgir a bi navê “LIi Dijî Konferansa Ewlehî ya NATOyê Yekîtiya Çalakiyê’ ve hat lidarxistin. Di malpera înternetê ya komê ev daxuyanî hat dayîn: “Di civîna ku jê re dibêjin Konefransa Ewlehî ya NATOyê de, piraniyên xwe ji welatên NATOyê, elîtên siyasî, aborî û leşkerî li hev dicivin. Ev kes ji şer, belengazî, felaketên ekolojîk û penaberan berpirsyar in.”

​Dawiya hefteyê li Munihê li hemberî lidarxistina çalakiyan 4 hezar polîs hatibûn bicihkirin. Hat destnîşankirin ku piştî çalakiyan ti bûyer neqewimîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu