NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûrîyê li Dûma yê pêşda diçe

Hevgavê vê yekê ku neyarên çekdar buxtana bikaranîna çekên kîmyewî li artêşa Sûrîyê dikin, hêzên artêşa Sûrîyê êrişa ser çeperên koma têrorîst a Ceyş ul Islamê li şarê Dûma ser bi Xûteya Rojhilatê didomînin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, hêzên artêşa Sûrîyê karîne di encama opêrasyoneke berfire da deverên istiratêjîk ên bajarê Dûmayê li Xûteya Rojhilata Şamê bêxin bin kontrola xwe.

Artêşa Sûrîyê piştî êrişên deqîq ser çeperên têroîstên li bajarê Dûmayê, êrişî xetên berevanîyê yên wan li zevîyên Dûmayê kir.

Hêzên dewleta Sûrîyê duh jî devera Farabîyê li zevîyên Dûmayê xistin bin kontrola xwe û niha pêşdeçûna xwe li vî şarî didomînin.

Ji hêla din ve di encama êrişa têrorîstên Ceyş ul Islamê de 5 sivîl ji wan zarokek hatin kuştinê û zêde ji 30 kesî jî birîndar bûn.

Herwiha artêşa Sûrîyê tûnêlên li pêşberî bajarokê Eyn Termayê heta taxa Cûberê li derdora Şamê peyda kirin ku têrorîstan bi rêka wan maşînên xwe vediguhestin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu