CîhanEwropaNûçe

Dijberiya dewleta Brîtanyayê li hember daxwaza gel bo rawestandina Brexitê

Dewleta Brîtanyayê bi fermî daxwaza gelê vî welatî bo îbtalkirina xala 50`an peymana Lîsbonê ku çavdêrê Brexitê ye,dijberî kir.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Wezareta Brexitê ya Brîtanyayê li bersivnameyekê ku roja çarşemiyê li malpera parlemana vî welatî hat weşandin raghand ku dewlet tevî parastina encama giştpirsiya sala 2016`an bona bidestxistina hevhatina  li bara çawaniya  derketina ji Yekitiya Ewrûpayê ji riya hevkariya bi parlemanê hewl dide.

 Di dewama vê bersivnameyê hatiye: Îbtalkirina xala 50 a peymana  Lîsbonê û li gor wê dewama hizûra li Yekitiya Ewrûpayê, binyatên demokrasiyê û pêbaweriya bi milyonan dengderan li Brîtanyayê lawaz dike. 

 Zêde ji 5 milyon kes ji xelkê Brîtanyayê bi îmzekirina  tûmareke  iliktronîkî daxwaza îbtalkirina  xala 50`an a peymana  Lîsbonê û dewama  endametiya Brîtanyayê li Yekitiya Ewrûpayê kirine.

 Li vê tûmarê ku li malpera parlemanê hatiye qeydkirin, dewletê bi caran raghand ku  derketina ji Yekitiya Ewrûpayê xwesta gel e lê niha pêwîst e ku bi nîşandayîna qaweta gel, ev îdia were dawîkirin.

 Li gorî pêvajoya qanûnî, ger hejmara tûmarekê ji 10 hezar kesî zêdetir be, divê dewleta Brîtanyayê bersiva wê bide û ger ji sed hezarî zêdetir be,e v daxwaza li civîna meclisa ewamê were nîqaşkirin.

 Parlemana  Brîtanyayê duşemiyê 25 Adara 2019an bi 329 dengê Erê li hember 302 dengên na planek dan pejirandin ku  îzna wergirtina kontrola  pêvajoya Birexitê dide wan.

 Pejirandina vê planê derbeyeke giran a din li  dewleta lawazbûyî ya Trêza Mêy serokwezîra Brîtanyayê ye ku li mehên  derbasbûyî meşrûbûn û qaweta xwe ser Birextê ji dest daye.

Başa dön tuşu