ÎranNûçeRojhilatanavin

Dijberiya meclîsa nunerên Emerîkayê li hemberî kirîna ava giran (H2O2) ji Îranê

Endamên meclisa nuneran a Emerîkayê lê digerin ku hevhatina navokî navbera Îranê û Koma 5+1`ê lawaz bikin, lewma dengê xwe dane qedexetiya kirîna ava giran ji Îranê.

li gorî rapora Press TV`yê, meclisa nuneran a Emerîkayê roja çarşemê bi 251 dengên erê li hember 168 dengên Na, dengê xwe da pêşniyarqanûna Rond Desantîs sênatorê komarîxwaz ê eyaleta Florîdayê li plana bûdceya enerjiyê.

li gorî vê raporê, pêştir jî li destpêka sala 2016`an pêşniyaqanûneke weke wê derheq qedexetiya kirîna ava giran ji Îranê raberî Sinaya Emerîkayê hatibû kirin ku demokratên Sinaya Emerîkayê rê li ber pejirandina wê girtin.

Dewleta Barak Obama serokkomarê Emerîkayê meha buhurî, yanî Nîsanê girêbesta kirîna 38 ton ava giran(H2O2) ji Îranê bi qasî 8.6 milyon dularan temam kir. Koşka Sipî soz daye ku bona wêdebirina vê pêşniyarqanûnê ji bernama muzakirên navbera Sina û meclîsa nuneran ji mafê xwe yê vetoyê îstifadê bike. Îran piştî hevhatina navokî tev grûpa 5+1`ê bifermî li konsersiyoma berhemanînê ya madeyên stratejîk a navokî bû endam ku destkevteke neteweyî tê hisabê.

Ava giran a Îranê par, 2015an, li ceribîngeha navneteweyî ya Sawanayê li Emerîkayê hat ceribandinê û xilûsa wê ya 75/99 hat piştrast kirin ku nîşana standardkirin û koalîteya zêde ya pêşeya navokî ya Îranê ye .

Îran salê nêzîkî 20 ton ava giran berhem tîne û biryar e li çarçêva bernama Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê bo bikirên biyanî were firotinê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu