IraqNûçeRojhilatanavin

Dijberiya parlemana Iraqê digel parçebûna parêzgeha Neynewayê

Parlemana Iraqê li daxûyaniyekê neyariya xwe digel parçebûna parêzgeha Nêynewayê bi navendiya Mûsilê li bakûra vî welatî ragihand.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, parek ji aliyên siyasî li nav Iraqê vê dawiyê plana parçekirina parêzgeha Nêynewayê derxistibûne holê ku parlemana vî welatî li civîna xwe ya îro duşemê dijberiya xwe li hemberî parçebûna vê parêzgehê ragijhand.

Van aliyên siyasî yên iraqî pêştir ragihandibûn ku pêwîste parêzgeha Nêynewayê bi sê yan çar parêzgehan parve bibe ku parlemana vî welatî dijî vê pilanê derket.

Eva li halekê ye ku parêzgeha Nêynewayê ji Hezîrana sala 2014 ketiye destê terorîstên DAIŞ`ê.

Parêzgeha Nêynewayê, parêzgeha dudyan li nav Iraqê ji nezera hebûna heçşîmetê ye û piştî Bexdayê vê parêzgehê 31 parlemanter li parlemana Iraqê hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu