Dijberiya sedî 92 gelê Sûdanê bi serokkomariya El-Beşîr
Encamên lêpirsîneke nû li Sûdanê nîşan dide ku sedî 92 ê gelê vî welatî dijberê dewama karê Umer El-Beşîr serokkomarê niha û berbijariya wî li hilbijartinên sala 2020 a Sûdanê ye.
Li gorî rapora IRNA`yê, komek ji çalakên siyasî yên sûdanî li torên civakî ji sêşemiya buhurî li lêpirsînek ji gelê vî welatî pirs kirine ku gelo berbijariya El-Beşîr li hilbijartinên serokkomariya sala 2020 qebûl dikin? Li vê lêpirsînê ku 67 hezar û 900 kes têde beşdarî kirine sedî 92 ê wan yanê zêde ji 62 hezar kes dijberê berbijariya El-Beşrê û tenê sedî 8 ê wan, ev yeka pesend kirine.
Umer El- Beşîr ji sala 1993`an heya niha serokkomarê Sûdanê bûye ku li gor qanûnê dawîn dewra serokkomariya wî li sala 2020`an kuta dibe.
El-Beşîr ji ber desthebûna wî li pevçûnên Darforê ku li encama wê 200 hezar kes hatin kuştin bi tawana cinayeta cengê û cinayeta li dijî mirovahiyê ketiye ber şopandina navneteweyî.